4th Street Bar Hive-Bar

Hive-Bar Powered by Hive beta-fdb5b5b

Community post

Evîn û Erdnîgariya Nediyar

Hemû hesabê dinyayê li hember evînê têk diçin. Di dinyayê de her tişt dişibe hev, lê evîn naşibe tu tiştî. 
Zimanê wê bêzimanî,
Rengê wê bêrengî,
Dengê wê bêdengî ye.
Gerra li wateya evînê, evînê kêm dike. Evîn ne dikeve nav çeperan ne tê destan ne jî dikeve nav wateya ku mirov dixwazin wê pênase bikin. 
Evîn, qadeke serbixwe ye. 
Evîn, dîroka veşartî ye.
Ti kesî heta îro xwe negihandiye temenê evînê û kes napirse evîn çend salî ye.
Dîroka mirovahiyê tê zanîn lê dîroka evînê hê jî nepenî ye, ji ber ku evîn ji mirovahiyê mezintir e.
pkdsmb.jpg
Tiştê girîngtir jî, yên evîndar nebin, nikarin bi vî zimanî biaxivin û evîn warekî bê erdnigarî ye.

2 upvotes $0.00

Replies (0)

Conversation

No replies yet

Replies will appear here as people join the conversation.

Review before signing

Posting as . Signing with . Keychain permission: Posting. Hive Keychain will ask you to approve this action next.


  
Technical details

Operation fingerprint: